Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê yê Filistînê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, siyonistên îşxalker vê şeveqê êrîşî Kampa Nûrû Şems a li Tulkerem kirin.
Li gorî agahîyan di encama êrîşa siyonistên îşxalker de 2 xortên Filistînî yên bi navê Samir Salah eş-Şafii û Hamza Cemil Haryuş şehîd bûn.(ÎLKHA)