Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) derbarê pevçûnên di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lez (HDK) yên li Sûdanê de daxuyanî da.

Rêvebera UNICEF'ê Catherine Russell ku li ser mijarê diyar kir ku weke her pevçûnê di vê pevçûnê de jî zarok di nava kesên herî zêde mexdûr bûne û ji bo parastina wan divê hemû hewldan bên kirin.

Russell diyar kir ku di şer û pevçûnan de 190 zarok hatin kuştin û hezar û 700 zarok jî birîndar bûn, bang li hemû aliyan kir ku erkên xwe yên li gorî hiqûqa mirovî ya navneteweyî bi cih bînin û ewlehiya zarokan biparêzin. (ÎLKHA)