Qeza li ser rêbeja Bursa-Balikesîrê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin otobusa tûrê  ya ku şofêrê wê Welî K. bû ji paşve li tirekî qelibî.

Di qezayê de şofêrê otobusê û 32 xwendekar birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Birîndar piştî alîkariya ewil hatin rakirin nexweşxaneyên li Susurluk û Balikesîrê. Hat hînbûn ku rewşa  birîndaran baş e. (ÎLKHA)