Xidir Ednanê yek navên girîng ê Hareketa Cîhada Îslamî yê Filistînî  ji bo şermezarkirina biryara "girtina îdarî" ya keyfî ya dagirkeran 87 rojan di greva birçîbûnê de ma û doh şehîd bû.

Neteweyên Yekbûyî daxwaza lêkolînkirina rewşên ku bûne sedema şehadeta Xidir Ednan kir.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Haq diyar kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres rewşê bi fikar dişopîne.(ÎLKHA)