Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Taxa Esentepe ya navçeya Melîkgazî ya Qeyseriyê TIRa bi plaqeya 38 AEN 517 û servîsa karkeran a plaqeya 38 R 0713 li hev qelibîn.

Di qezaya ku pêk hat de bi tevahî 33 kes birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê gelek ambulans, ekîbên polês û îtfaîyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)