Komên cuda yên ku kolanên paytext Naîrobî dagirtin, bi keviran bersiv dan mudaxeleya polîsan a bi gaza îsotê.

Di çalakiyan de hin wesayît hatin şewitandin, li hin cihan jî bûyerên talankirinê pêk hatin.

Xwepêşandêrên ku kolan ji trafîkê re girtin, dixwazin ku buhabûna erzaq, sotemenî û xurekê bê sekinandin.

Hewldana muzakereyê ya di navbera koalîsyona Azimio ya muxalefetê û hikûmetê de ku ev nêzî mehek e li kolanan derneketiye bi ser neket.

Hikûmetê daxuyand ku ew ê mudaxeleyî xwepêşandanên bê destûr bikin û bang li muxalefetê kir ku xwepêşandanan rawestînin .(ÎLKHA)