Gelek rayedar û lêkolînerên mehelî û biyanî beşdarî konferansê bûn. Konferansa ku ew ê heta 4ê Gûlanê berdewam bike li Salona Konferansê ya Saad Abdullah tê tertîpkirin.

Serokê Berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Giştî yê Partîya Demokrat ê Kurdistanê Mesûd Barzanî di konferansê de axavtinek kir û balan kişand li ser jenosîda ku li hember Kurdên Feylî hatiye kirin.(ÎLKHA)