Yapicioglu di daxuyanîya ku belav kir de derheqê êrîşa çekdarî ya ku hat kirin de wisa got “ Em ê serî li ber emperyalistan û pêlîstokên wan û her wisa li ber qatilên wan ên kirêkirî netewînin.”

Yapicioglu di daxuyanîya ku belav kir de parvekirina xwe ya berî niha “Em cardin dibêjin em naçin herbê, diçin hilbijartinê. Lêbelê çalakîyên tundîyê li dijî partîyên siyasî berdewam dikin. Li kîjan partîyê tê kirin bila bê kirin ferq nake ez temaman şermezar dikim. Ez bang li temamê partîyan dikim da ku li dijî provokatoran micadele bikin.Divê îradeya millet bi azadane li sindoqê tecellî bike. Feydeya şiddetê ji ti kesî re tune ye.” di bîran xist û Yapicioglu dûre derbarê mijarê de wisa got:

“Em naçin herbê diçin hilbijartinê.  Lêbelê ew kesên ku dijminên millet in û ji bo  welêt mexlûqatên  bi zirar in hêj me tehdîd dikin û  hewl didin me wek wan kesên ku divê koka wan bê qelandin nîşan didin. Ew zanin ku em natirsin û ji rêya xwe venagerin. Ên ku di tûrikê wan de jibo xizmeta milletê tiştek tune ye, jibo bêkêrîya wan neyê xeberdan me hedef nîşan didin. 5 roj berê li Mêrsîn, bi teqemenîyê êrîş li buro ya me ya hilbijartinê hate rastkirin, îro jî bi kêr û çekan êrîşî ciwanên me yê wezîfedarên standa danasînê kirin. 3 birayên me birîndar bûn. Ez jibo wan şîfaya xêrê dixwazim. Ev êrîş nîşan didin ku tewra me ya derbarê hilbijartina 14ê Gulanê de çiqas rast û di cîh de ye. Înşallah, wê tekoşîna me ya 'edalet û azadîyê heta koka vê zîhnîyeta faşîst bê qelandin bidome. Em ê serî li ber emperyalistan û pêlîstokên wan û her wisa li ber qatilên wan ên kirêkirî netewînin.”(ÎLKHA)