Yapicioglu di destpêka peyama xwe de hedîsa Pêxemberê me “ Berî ku xweydena karkeran lê bicemide heqê wan bidinê wan” di bîran xist û di peyama xwe de wisa got: “ Divê şert û mercên xebatê yên karkerên ku dixebitin û xweydanê dirjînin bê başkirin, heqê wan bi temametî bi şiklê ku heq dikin ji wan re bê dayîn, heqên wan bê xistin bin garantîyê û her wisa divê di warê heq û îstîhdamê de heqqanîyet û edalet bê tetîbqkirin. Lewra ev tev ji bo Tîrkîyeke bi hêz muhîm in. Ez wek endamekî medenîyet û bawerîyeke ku temînkirina rizqê ya ji rêyên helal  wek îbadet dihesibîne, Roja Piştevanî û Kedê ya 1Gulanê tebrîk dikim.

Pêşî Însan Pêşanî Edalet #HUDAPAR” (ÎLKHA)