Qeza li nêzî gundê Sînecan a girêdayî navenda Sînopê  pêk hat.

Otobusa rêwiyan a ku ji Sînopê diçû Kastamonuyê ji ber ku ajokar kontrola dîreksîyonê winda kir ket kanala avê ya li kêleka rê.

Di qezayê de yek jê giran 16 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî, ewlehî, cendirme û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê ya Sînopê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)