Qeza li navçeya Înegolê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa turê ya ku ji Çanakkaleyê vedigerîya Enqerê û xwendekar têde bûn ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê qeza kir.

Di encama qezayê de 2 xwendekar û şofêrê otobusê canê xwe ji dest dan û 44 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin(ÎLKHA)