Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu li ser îdiayên ku “Di tifaqa Cumhur de nelihevkirin heye û ji HUDA PARê re qedexeya axaftinê hatiye anîn" ya ku ji teref muxalif û medyaya wan ve hatîye kirin bertek nişan da û wiha got: "HUDA PAR diaxive. Min doh li çar cihan axavtin kir. Ez îro li vir diaxivim. Ezê ji niha û pê ve jî biaxivim. Em ê hefteya pêş biçin bernameya televîzyonê, li wir em ê dîsa biaxivin, tiştê ku em dizanin rast e em dibêjin. Dema ku were pirsîn em bersiva pirsan didin. Li gorî hawirdora ku em tê de ne em xwe naguherînin. Dema ku ew nikaribin bigihêjin armanca xwe, çalakiyên xwe yên fitne û fesadiyê didomînin. Jixwe kesên ku di fikara wan de zihniyeta qedexekirinê heye, difikire ku her kes mîna wan e.(ÎLKHA)