Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê derbarê kesên ku behîs lsîtandinê lêpirsîn da destpêkirin.

Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Sîberê yên Midûriyeta Polîsan a Bajêr di 25ê Nîsanê de li adresên ku li Îzmîr, Stenbol, Edene, Karaman, Kutahya û Balikesîrê hatibûn diyarkirin operasyon li dar xistin.

Di operasyona hemwext a bi navê 'Pismam' de 42 şikbar hatin girtin.

Ji gumanbarên ku piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin 38 kes hatin girtin, 4 kes jî serbest hatin berdan. (ÎLKHA)