Rêvebirê Têkiliyên Giştî yê Polîsê eyaleta Plateau Alfred Alabo diyar kir ku teqîn ji ber sedemeke nediyar dema ku sotemenî ji tankerê li stasyona sotemeniyê ya li ser otobana Bauchi-Jost North li Jos a paytexta eyaletê dihat neqilkirin, pêk hat.

Alabo ragihand ku di teqînê de 13 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku di encama teqînê de 28 dikan û 8 wesayît şewitîn, xaniyên derdorê jî zirar dîtin. (ÎLKHA)