Qeza di saetên sibê de li navçeya Gurgendagi pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin S.M.yê ku ji Stenbolê diçû Trabzonê  ji ber ku şofêr hakimiyeta dîreksiyonê winda kir qeza kir.

4 kesên di mînîbusê bûn birîndar bûn. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan û hatin dermankirin.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)