Balafira şer a cureya MiG-31 a hêzên hewayî yên Rûsyayê ket xwarê. Di qezayê de her du pîlotan xwe ji balafirê avêtin, di qezayê de tu kes nemir û birîndar nebû.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de derbarê mijarê de wiha hat gotin: "Li herêma Murmanskê di dema firîna perwerdehiyê ya plankirî de balafireke şer a MiG-31 ket xwarê. Balafir li cihê ku kes lê tunebû ket.”

Heta niha nayê zanîn balafir çima ketiye. (ÎLKHA)