Êrîş doh êvarî di derdora seat 23.00î de li navçeya Tarsûsê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesên nasnameyên wan nediyar bi bombeyên deng êrîş birin li ser  lokala hilbijartinê ya Faruq Dînçê Namzedê Parlementerîyê yê Rêza 4emîn a AK Partîyê.

Faruq Dînçê Namzedê Parlementerîyê yê HUDA PARê yê ku ji rêza 4emîn ê lîsteya AK Partîyê dikeve hilbijartinan derbarê êrîşa ku li lokala wan hat kirin de daxuyanîyek da.

“Mansûr Yavaş û terefdarên wan ji vê êrîşa ku li lokala me hat kirin mesûl in”

Dînç di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew jî wek her partîyeke ji rêzê di vê pêvajoyê de amadehî û xebatan ji bo hilbijartinê kirin, lokal vekirin û çûn serdana xelkê. Dînç dûre wisa li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Weke ku di çapemenî û raya giştî de hat dîtin eleqeyeke mezin ji me û partîya me re hat nîşandan. Lê belê ew kesên ku vê ji vê eleqeya ku tê nîşan dan aciz bûn her tim partîya me HUDA PAR hedef nîşan dan û hewl dan partîya me di nezera xelkê de wek partîyeke marjînal nîşan bidin. Di vê bergehê de ji navendekê talîmatek hat dayîn û derheqê partîya me de dest  bi gotina derewan kirin. Yek ji van kesên ku bênavber derewan dikin CHP û terefdarên wê ne.  Ev êrîşên ku tên kirin û derewên ku tên kirin û digel temamê hewldanên nemerdane yên van zihniyetên tarî û terefdarên wan  teweccuha xelkê ya li hember partîya me zêde dibe. Derewên ku tên kirin û îftîrayên ku tên avêtin tev tên pûçkirin û rastî derdikeve meydanê. Lê belê dîsa jî CHP û hinek alîyên tifaqa wan  û hevalbendên wan derheqê partîya me de mîna fabrîqayekê derewan hildiberînin  û agahîyên nerast ên derheqê partîya me de di nav raya giştî de parve dikin û qet ji vê yekê şerm nakin. Ew jî dizanin ku ev gotinên wan ew ê bibin sedema çalakîyên provakatîf. Lê belê dîsa jî vê yekê dikin ku meriv bivê nevê sedema vê yekê meraq dike. Nexasim em gelekî baş dizanin ku gotinên Mansûr Yavaş ne ji gotinên ji rêzê ne û bi hemdê xwe gotiye. Lewra ew di gotina xwe ya ku kir de HUDA PARê û PKKê kir yek reng û wan mîna hev nîşan da û destnîşan kir ew ê koka HUDA PARê biqelînin. Ev yek ji sefîhbûnê pêve ne tiştekî din e. Dîsa ev nîşan dide ku ew hêj ji wan kokên xwe yên faşîzan xelas nebûye. Divê bê zanîn Mansûr Yavaş û terefdarên wan ji vê êrîşa ku li lokala me hat kirin mesûl in.”