Qeza li ser rêya Merzîfon-Samsûnê li girêka gundê Çavundurê pêk hat.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin H.T. bi wesayîta di bin xwe de li wesayîta ku ajokarê wê  S.Y.  qelibî. Di qezayê de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê 112 ekîbên tenduristiyê yên lezgîn, agirkuj, cendirme û polês sewqî cihê qezayê hatin kirin.

Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Merzifon Kara Mustafa Paşa û Nexweşxaneya Dewletê ya Suluovayê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)