Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin çekdarên nenas êrîşî gundên Zamfara li Nîjeryayê kirin.

Di êrîşan de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Polîsên Eyaleta Zamfara Mihemed Şehu diyar kir ku hêzên ewlehiyê sewqî herêmê hatine kirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Parêzgeha Zamfara 5 sal in rastî êrîşên çeteyên çekdar tê. (ÎLKHA)