Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref Wezareta Karên Derva ya Erebistana Siûdî ve hat belavkirin de hat destnîşankirin ku di hevdîtinê da gavên çareseriyeke siyasî ya berfireh a ku dê krîza Sûriyeyê bi dawî bike hatin gotûbêjkirin.

Bin Ferhan her wiha tekezî li ser giringiya gihandina alîkariyên mirovî bo hemû navçeyên Sûriyê û dabînkirina mercên pêwîst ji bo vegera penaberên Sûriyê bo welatên xwe kir.(ÎLKHA)