Qeza li bejahiya Taxa Malabadî ya navçeya Farqînê pêk hat. Qeza duh êvarê ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê pêk hat.

Di qezayê de 3 jê zarok 6 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê ya Doktor Yusuf Azîzoglu.

Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran baş e. (ÎLKHA)