Weke ku dê bê bîran ji ber erdheja ku di 6ê Sibatê de pêk hatibû Seroka Şaxên Jinan a Semsûr'ê ya HUDA PAR'ê Yıldız Tanriverdî digel 3 zarokên xwe û hevjînê xwe Ramazan Tanriverdî  û her wisa Serokê Şaxa Ciwaniyê yê HUDA PAR'ê Huseyîn Bayram û Endamên Şaxa Ciwaniyê Saît Başaran, Muhammed Musap Bozkurt û Ahmet Elçî rehmet kiribûn. Saglam û heyeta pêre pêkve çûn ser gora van kesên rehmetkirî û li ser rûhên wan Fatîha xwendin.

Saglam piştî ziyareta gorê beşdarî xwarina fitarê ya ku Kerwana Hêviyê li Mala Sersaxiyê ya Ehl-î Beytê hat dayîn bû.

Saglam beriya xwarina fitarê axaftineke kin kir û bal kişand ser girîngiya îstîfadegirtina ji xêr û bereketa Remezanê û gihîştina Şeva Qedrê. (ÎLKHA)