Wezareta Tenduristiyê yê Mozambîkê ragihand ku di şewba ku ji Cotmeha 2022’an û vir ve li welêt didome de hejmara miriyan 121 e.

Di 24 saetên dawîn de bi 237 kesan re nexweşiya kolerayê hat tesbîtkirin û bi giştî hejmara pêketiyan derket 26 hezar û 60î.

Zambezia, Niassa, Tete, Manica û Sofala herêmên ku herî zêde bûyer lê hene.(ÎLKHA)