Mizgeft û Kullîyeya Selahaddîn Eyyûbî ya ku berî vê 6 salan temela wê hat avêtin ew ê bi merasîma ku bê tertîpkirin bê vekirin. Merasîm îro di seat 16.00an de dest pê bike.

Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê  bi peyama ku li ser medyaya civakî belav kir destnîşan kir ew ê li Diyarbekirê beşdarî merasîma vekirina mizgeftê û avêtina temelê bibe û derbarê mijarê de wisa got: “ Em ê digel Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan li Diyarbekirê temela avahîyan bavêjin. Hema dûre jî ew ê merasîma vekirina Camîya Selahaddîn Eyyûbî bê kirin.”(ÎLKHA)