Qeza doh derdora seat 10.00an de di 16emîn kîlometreya rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê pêk hatibû.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 BAT 938 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn li wan karkerên Midûrtîya Herêma Rêbejê yên ku li ser rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê xebatê dikirin qelibîbû û di encam qezayê de 3 kes canê xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bûbû. Hat hînbûn navên kesên ku wefat kirine wisa ne: Mehmet Turan, Murat Fidan û Ahmet Özkişi..(ÎLKHA)