Qeza li Taxa Aştiyê ya navçeya Gebzeyê pêk hat.

Dema ku wesayîta bazirganî ya sivik a ku li ser Rêya Termînalê rawestiyabû ji bo derkeve manevrayan dikir bû sebeb ku 3 wesayît qeza bikin û li hev biqelibin.

Di qezayê de 6 karkerên di midîbusê de birîndar bûn.

Birîndar li ser agahdarkirinê bi ambûlansên ku sewqî cihê bûyerê hatin kirin hatin rakirin nexweşxaneyên derdorê.

Hate hînbûn ku xetereya jiyana birîndaran nîne. (ÎLKHA)