Ramanli ku di sala 2018an de ji Stenbolê bûbû namzedê parlementerîyê yê HUDA PARê.

Serkan Ramanli kî ye?

Ramanliyê ku di sala 1980î de hat dinyayê mekteba destpêk, navîn û lîseyê li Êlihê temam kir. Ramanliyê ku fakulteya hiqûqê qezenc kiribû ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Qonyayê mezûn bû û li Baroya Êlihê qeydkirî ye.  Ramanli di nav HUDA PARê de wezîfeyên cûrbecûr kir  herî dawî di warê Berdevktîya HUDA PARê de hat wezîfedarkirin.

Ramanliyê ku di nav kar û barên çareserîya meseleya Kurd de cî girtibû di hilbijartinên 2018an ên parlementerîyê de  ji Stenbolê bûbû namzedê parlementerîyê yê HUDA PARê.

Ramanliyê ku a niha jî Berdevkê HUDA PARê ye zewicandî û bavê 2 zarokan e.

Ramanliyê ku ji bilî Kurdîya ku zimanê wî ya zikmakî ye di asteke baş de bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngîlîzî jî dizane.(ÎLKHA)