Ramanli ku di sala 2018an de ji Stenbolê bûbû namzedê parlementerîyê yê HUDA PARê.
Serkan Ramanli kî ye?
Ramanliyê ku di sala 1980î de hat dinyayê mekteba destpêk, navîn û lîseyê li Êlihê temam kir. Ramanliyê ku fakulteya hiqûqê qezenc kiribû ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Qonyayê mezûn bû û li Baroya Êlihê qeydkirî ye. Ramanli di nav HUDA PARê de wezîfeyên cûrbecûr kir herî dawî di warê Berdevktîya HUDA PARê de hat wezîfedarkirin.
Ramanliyê ku di nav kar û barên çareserîya meseleya Kurd de cî girtibû di hilbijartinên 2018an ên parlementerîyê de ji Stenbolê bûbû namzedê parlementerîyê yê HUDA PARê.
Ramanliyê ku a niha jî Berdevkê HUDA PARê ye zewicandî û bavê 2 zarokan e.
Ramanliyê ku ji bilî Kurdîya ku zimanê wî ya zikmakî ye di asteke baş de bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngîlîzî jî dizane.(ÎLKHA)