Berdevkê Polîsê Eyaleta Enugu Daniel Ndukwe got ku li ser rêya Aba-Abia kamyoneke çîmentoyê û mînîbusa rêwiyan li hev qelibîn.
Ndukwe diyar kir ku piştî qezayê agir bi her du wesayitan jî ket.
Ndukwe destnîşan kir ku di şewata li mînîbusê de herî kêm 18 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)