Taşdemîrê ku li herêma erdhejê hewl dida ji edhejzedeyan re bibe alîkar  bang li xêrxwazan kir û derbarê mijarê de wisa wiha axivî: “Em li vê derê her roj ji bi hezarana kesî re dibin alîkar. Em xizmetê dibin li ber pîyên wan kesên ku nikarin vê derê. Em ji bo ku bighin însanekî carinan bi sedan kîlometre rê diçin. Em wan kesên ku ji ser xeta alîkarîyê serî li me didin qeyd dikin. Ger ew tiştên ku ji me daxwaz dikin li ba me hebe em bi şikleke xweşik paket dikin û ji wan re dibin.”

Taşdemîr di berdewama axavtina xwe de qala serpêhatîyeke xwe ya li herêma erdhejê kir û wisa got: “Li Defneya navçeya Hetayê  yek hat ba min  û ji min şekalekê xwest. Min dît li ba me tune ye û dilê min li ser wî şewitî. Hema min  şekala xwe derxist û da wî. Ez bi halê wî kesî pir êşîyam. Ez ji vê derê bang li her kesî dikim da ku werin vê derê û wek dikdar dbixebitin. Em ji roja duduyan a erdhejê ve li vê derê ne û ti heqî ji kesî naxwazin. Wekî din ez bang li xêrxwazan dikim da ku alîkarîyên xwe bidomînin.”(ÎLKHA)