Qeza li ser rêya balafirgeha Yeşîlkent Mahallesi ya navçeya Şahînbeyê pêk hat. Hat îdiakirin ku wesayîta ku Emre Ö. Têde bû û  diçû Entabê ji ber ku windakirina kontrola dîreksiyonê  qeza kir.  Wesayîteke din a ku di nav de  Medal Ehmed (36), Sara Mistefa (32), Abdullah Ehmed (2) hebû û plaqeya wan nehat hînbûn, bêyî ku hay ji wesayîta qezakirî hebe ji paşve li wesayîta qezakirî qelibî.

Kesên ku qeza dîtin ji Navenda Telefonên Lezgîn a 112’an re rewşê ragihandin. Li ser daxuyaniyê ekîbên tenduristiyê û polîsan sewqî herêmê hatin kirin.

Di dema kontrola ekîbên tenduristiyê de welatiyên biyanî Madal Ahmad, Sara Mustafa, Abdullah Ahmad û Parêzer Emre Ö. û Parêzer Dogûkan K. li cihê qezayê jiyana xwe ji dest dan. Polîsan der barê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin. (ÎLKHA)