Qeza li navçeya Pinarbaşi pêk hat.

Mînîbusa ku şofêrê wê H.D bû û ji navçeya Gürüna Sêwasê ber bi Qeyseriyê ve diçû li herêma Karahalkayê ji ber ku şofêr hakimîyeta dîreksiyonê winda kir, ket newalê.

Di qezayê de 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Pınarbaşi.Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)