Li Fransayê di çalakiya protestokirina reforma teqawidiyê de 111 kes hatin binçavkirin. Xebatkarên sektorên perwerde, enerjî û veguhestinê li dijî reforma teqawidiyê ya hikûmetê li seranserê welêt dest bi grevê kirin.

Li welêt bi taybetî li paytext Parîs û Marsîlyayê li 370 nuqteyan li dijî teqawîtbûnê xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de kolan veguherîn qada şer. (ÎLKHA)