Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref artêşa qaşo ya rejîma îşxalker a siyonîst ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Artêşa îsraîlê niha êrîşî Lubnanê dike. Em ê paşê hûrgiliyan eşkere bikin."

Hat ragihandin ku li Tireya li başûrê Lubnanê teqînên dijwar rû dane. Medyaya Lubnanê jî ragihand ku dagirkeran herêmek li nêzî kampa penaberên Filistînî er-Reşadiye ya dikeve başûrê Lubnanê bombebaran kirin û li gorî agahiyên destpêkê pirek û gelek xanî zirar dîtin. (ÎLKHA)