Serokwezîrê Kosovayê Albin Kurti bang li Sirbên Kosovayê kir ku beşdarî hilbijartinên herêmî yên awarte yên li Bakur bên kirin.

Kurti di rûniştina Meclisa Kosovayê de diyar kir ku saziyên Kosovayê ji bo hilbijartinên herêmî yên awarte yên di 23ê Nîsanê de li 4 şaredariyên ku piraniya wan li bakurê welêt dijîn, hemû amadekarî kirine.(ÎLKHA)