Qeza li navçeya Pinarbaşiya Kayserîyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza ji ber windakirina hakimîyeta dîreksîyonê pêk hat. Di encama qezaya ku pêk hat de 3 kes mirin û 9 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)