Qeza li navçeya Vezîrkopruya Samsûnê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otomobîla ku şofêrê wê Y.A.A. bû û mînîbusa ku navê şofêrê wê nehat hînbûn li hev qelibîn.

Di encama qezaya ku pêk hat de 6 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)