Hat ragihandin li Sîlîvrîya navçeya Stenbolê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza pêk hat. Çend wesayîtên din ên ku şofêrên  wan qezayê nedîtin tevlî qezayê bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê 27 kes birîndar bûne ku birîna yek ji wan kesên birîndar  giran e.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û polîs sewqî cihê qezayê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxaneyan.

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)