Cotkarên ku li Sêrtê karî çandînîyê dikin derbarê mijarê de hest û ramanên xwe wisa anîn zimên.

Muxtarê Gundê Pinarcik Weysel Delî derbarê mijarê de wisa got: “Nêzî 3 hezar donim erdê me yê ku di wan de genim, ce û nîsk hatine çandin heye.  Îsal dema me çandinîyê kir  bi rastî jî em ji ber hişkesalîyê pir tirsîyan. Lewra baran nedihat û rewa nediket. Bi hatina meha Remezanê di adarê  de baran barîya  ku ji ber vê yekê em kêfxweş in. Em hêvî dikin wisa berdewam bike û di meha gulanê de yek du carên din baran bibare ew ê pir bi bereket be. Ev yek jî me kêfxweş kir. Em hêvî dikin ku paleyî bi bereket be.”

Cotkarekî din ê bi navê Yasîn Delî jî derbarê barîna baranê de wisa got: “ Ez him heywanan xwedî dikim û him karê cotkarîyê jî dikim. Di meha sibatê de baran nebarîya û me pir tirsîyan.Hemd ji Xwedê re ku bi hatina Remezanê têr û tije baran barîya. Ez hêvî dikim ku paleyîya me îsal baş  û bi bereket be.”(ÎLKHA)