Qeza li derketina navçeya Qubîna Êlihê li ser rêbeja Êlih-Sêrtê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbus û tirek li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.

Hat  hînbûn rewşa kesên birîndar giran e û hatin rakirin nexweşxanê.

Derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin(ÎLKHA)