Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Giştî yê Meteorolojîyê ve  daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, li gorî nirxandinên dawî ew ê Mûş, Agirî, Bidlîs, Îdir, Qers, Wan, Hekkarî, Şirnex û Sêrtê bikevin bin tesîra berfê.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin divê welatî bi dîqqet bin.(ÎLKHA)