Îsmaîl Cewher Qasimogluyê ku li ser medyaya civakî hatibû belavkirin de xwe wek “Hîzbullahçî” dida nasîn û gefa “serjêkirinê” li derdorê dixwar  derket holê ku HDPyî ye.

Şexsê bi gotin û helwestên xwe provakasyon kir li ser hisaba xwe ya medyaya civakî vîdeoyeke din weşand. Şexs di vîdeoya ku weşand de xwe wek Îsmaîl Cewher Qasimoglu dide nasîn û got: “Min nadin xeberdan. Daxuyanîya min ev e.  Ez yekî HDPyî me û di rêya Heq de dimeşim. Ez xapandim. Ji min re gotin ew ê gelek kes te temaşe bikin û ew ê gelek pere bikeve berîka te.  Ez je Hîzbullahçî me, HDPyî me. Gotinên min berawajî kirine.  Min henek kir. Em û wan hevalên li wê derê em ji xwe re kenîyan.Ez ê di hilbijartinê de destekê bidim Kiliçdaroglu.”

Îsmaîl Cewher Qasimogluyê piştî parvekirin hisaba xwe ya medyaya civakî jê bir.(ÎLKHA)