Li gorî raporta ku ji teref Serokatîya Daîreya Kampên Kesên ku Ji Cihê Xwe Hatinekirin a ku girêdayê hikûmeta Yemenê ye hat belavkirin; li bajara Marîbê di 10 rojên dawî de ji ber barana zêde lehî rabû û ji ber lehîyê 9 hezar û 120 malbat zirar dîtin.

Di rapora ku hat belavkirin de bang li Netewên Yekgirtî, rêxistinên navdewletî  hat kirin da ku alîkariyên bilez ji bo peydakirina pêdiviyên stargeh û xwarinê yên malbatên ku ji ber lehiyê ziyan dîtine.(ÎLKHA)