Piştî nimêja terawîhê ya li Mescîda Eqsayê careke din Filistînî bûn hedef. Polîsên qaşo  yên rejîma îşxalker a siyonîst êrîşî Filistîniyan kirin ku di nav wan de jin û zarok jî hebûn  gelek kes birîndar bûn.

Ciwanên Filistînî li ber deriyê El-Megarîbe (Fas) li başûrrojavayê Mescîda Eqsayê bersiv dan siyonîstên îşxalker. Di bûyerên li vir qewimîn de hin Filistînî hatin desteserkirin.

Fîlîstîniyên ku li hin nuqteyên Harem-î Şerîf barîqat danîn, diyar kirin ku ew ê ji vir dernekevin û gelek caran siloganên "Jiyana me, xwîna me wê ji te re bibe qurban Eqsa" avêtin.(ÎLKHA)