Erdogan di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derheqê hilbijarinên ku dê di 14ê Gulanê de bên kirin de û her wisa derheqê mijarên din ên di rojevê yên mîna meaşên teqawîdbûnê de nirxandinan kir.
Erdogan di nirxandina ku kir de destnîşan kir “ Me xebata xwe ya derheqê kesên teqawîdbûyî de temam kir. Meaşa herî hindik a teqawîdbûnê dê bibe 7 hezar û 500 TL.”(ÎLKHA)