Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin deynê xaz û ceyranê yên kesên ku malên wan ji ber erdhejên ku navendên wan Mereş bû zirar dîtin hat jêbirin û doz û îcrayên li ser deynan jî hat rakirin.

Qerarnameya derbarê mijarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî qerarnameyê ew ê deynên erdhejzedeyên ku malên wan ji erdhejê zirar dîtine bên jêbirin û ew ê deyn ji teref Wezareta Çavknaîyên Enerjî û Tabîî ve bê dayîn.(ÎLKHA)