Metna peyama Barzanî wisa ye:

Tawana kîmyabarankirina Helebçe bi ber çavê cîhanê û ji aliyê dirindetirîn rejîma serdem ve hate encamdan.
Ev tawan birîneke kûre li ser laşê gelê me û tu carî nayê ji bîr kirin.
Pêwîste dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanan bike ku di derbarê Helebçe û zarok û gedeyên Kurdistanê hatine encamdan.
Silav li rûhê pakê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.(ÎLKHA)