Di daxuyanîya ku ji hesabê medyaya civakî a Wezareta Parêzvanîyê a Îmaratê ve hat belavkirin de hat dîyakirin ku, bi telîmata Serokê Îmaretê Şêx Muhammed bîn Zayîd El Nahyan ji bo ku bibe alîkar ji kesên erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê re operasyoneke bi navê  “Siwarîyê Mêrxas 2“ hat destpêkirin.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku bi telîmata Serokê Heyvasor a Îmaratê Şêx  Hamdan bîn Zayîd keştîya ku 37 hezar û 500 kolîyên alîkarîyên xwarinê bar dikir gîhaştîye Bendera Lazkîyeyê.

Hat dîyarkirin ku ewê kolîyên alîkarîyê bi Heyvasor a Sûrîyeyê re bên şandin herêma ji erdhejê tesîrdar bûye.

Îmarat ji bo Tirkîye û Sûrîyeyê bi 217 balafiran bi temamî 7 hezar 27 ton alîkarî şandîye.(ÎLKHA)