Karwana Hêvîyê li herêma erdhejê rojane bi dehhezaran kesî re xwarina germ belav dikin û ji alîyê din ve jî endam û dildarên weqfê  yek bi yek li konan digerin zarokên erdhejzede kêfxweş dikin. Dildarên weqfê bi balonên di destên xwe de serdana zarokan dikin û ji wan re balonan belav dikin. Zarokên ku çav li wan dikin kêfxweş û dilgeş dibin û parîkek be êş û elema erdhejê ji bîr dikin.(ÎLKHA)