Serokê AFADê Yunus Sezer derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û ragihand hejmara kesên ku di erdhejê de wefat kirin derket 47 hezar û 975 kesan.
Li gorî daneyên AFADê 6'ê Sibatê saet 04:17an de erdhejeke bi mezinahiya 7,7an pêk hat. Erdheja ku navenda wê li navçeya Pazarcika Mereşê bû, 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat. Di saet 13.24an de erdhejeke din a bi lerza 7.6an pêk hat ku navenda wê navçeya Elbîstana Mereşê bû pêk hat. (ÎLKHA)